PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Parlamentoya Libyayê 8ê Sibatê ji bo serokê nû yê hikûmetê hilbijêre dicive.
Serokê Parlamentoya Libyayê Eqîle Salih ragihandiye ku wergirtina dosyayên namzedên serokatiya hikumeta nû dest pê kiriye û diyar kiriye, tirs zêde bûye ku parlamento li 2 hikumetan dabeş bibe.
Salih di civîna parlamentoya Libyayê ya li Tabruqê de daye xuyakirin, wê parlamento di civîna 8ê Sibatê de serokê hikumeta nû hilbijêre.
Herwiha Salih daye xuyakirin, parlamento dê dosyayên namzedan wergire, piştre Komîteya Nexşerêyê wê bi Encûmena Bilind a Dewletê bişêwire.
Hêjayî gotinê ye, Encûmena Nûneran hefteya borî 13 şertên serokwezîriyê diyar kiribûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin