PeyamaKurd- Bi sedema şerê navbera artêşa Tirkiyê û PKK ê li devera Heftanînê, erd û baxçeyên gundê Soryayê şewitîn. Bûyer do êvarê li bajarê Zaxoyê, li nahiya Batûfa li gundê Soryayê çêbû. Rêvebirê nahiya Batûfayê Dilşêr Abdulsetar ragihand ku şerê navbera her dî aliyan do bi şev siet di 22.00an de destpêkiriye û heya 23.00 yan bi dijwarî dewam kiriye.
Dilşêr Abdulsetar got di dema şer de, balafirên artêşa Tirkiyê û helîkopterên Apaçî deverê li ser hev bombebaran kirine. Dilşêr Abdulsetar weha got:
“6 fuze li gundê Badûrê ketin. 3 fuze li dora gundên Mînîn, Pîrbîla û Ewlihê ketin û 6 fuze li dora gundê Kêşanê ketin. Bi sedema bombebaranê gundê Sorya û dora wê, ew baxçe û erdên ku çandîne, agir bi wan ket û xesara mezin giha gundiyan.”
Muxtarê gundê Soryayê Bedel Mûrad bo Rûdawê ragihandiye ku agir gihaye heya malan û xelkê gund bi derfetên xwe agir vemirandine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin