PeyamaKurd – Li demeke ku artêş û Îstixbarata Tirkiyê (MÎT) bi operasyonên hevbeş ên SÎHAyan (dronên bi çek) êrîşên ser otomobîl û armancên HSDê didomînin, Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand ku wan 3 ajanên ji MÎTê re kar dikin desteser kirin.
Berdevkê HSDê Ferhad Şamî li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand, “3 ajanên ku bi MIT a Tirk re kar dikirin ji aliyê hêzên me HSDê ve hatin girtin.”
Şamî herwiha got, “Ev hersê ajan agahî derbarê fermandar Sosin Bîrhat dan dijmin û bûn sedema şehadeta wan di 19 Tebaxa 2021 an.”
Di daxuyaniya HSDê de jî hatiye diyarkirin ku ew her sê sîxur mikur hatin ku prespektîf û erk ji MÎTê girtine û dema hatine girtin amadekarî dikirin ku erkeke din a îstixbaratî pêk bînin û armancên din diyar bikin.
HSDê diyar kiriye, li gorî belge û mikurhatinên sûcdaran, ew ji bo dadgehê hatine veguhestin da ku cezayê xwe bibînin.
Hêjayî bibîrxistinê ye, hefteya borî di êrîşeke SÎHAyên Tirk de, Cîgira Fermandarê Giştî yê HSDê Jiyan Efrîn û 2 jinên din ên şervanên HSDê hatibûn kuştin ku ji hevpeymaniya navdewletî û CENTCOMê jî peyamên sersaxiyê hatibûn belavkirin û hatibû gotin, ew êrîş ji têkoşîna dijî terora DAIŞê re dibin asteng.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin