Artêsa Hefter balafireke ser a hikûmeta Wîfaq xist xwar

Artêsa Hefter balafireke ser a hikûmeta Wîfaq xist xwar

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Artêşa Netewî ya Libyayê ku girêdayê General Hefter e, balafireke şer ya hikûmeta Wîfaq a Fayiz es-Serrac ku Tirkiye piştevaniya wê dike, xist xwar.

Berdevkê Artêşa Netewî ya Libyayê Ehmed Mismarî ragihand, “Pergala me ya parastina asmanî îro danê nîvro balafireke cureya L39 li başûrê herêma Ebû Qirên xist xwar. Pîlotên balafirê Ebdulanî El-Erîq û alîkarê wî Îbrahîm Ferec hatin kuştin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin