PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê û Serokê Giştî yê AKPê Recep Tayyip Erdogan di koma partiya xwe ya li Parlamentoya Tirkiyê de axivî û li ser ‘Pirsa Kurd’ got, ‘Ew çi ye ya? Me çareser kir.”
Erdogan îdia kir ku pirsa Kurd nîne û wî çareser kririye û wiha axivî:
“Mane me zanîngehe bir Şirnexê, piştre dibêjin; ‘Pirsa Kurd’, Çi Pirsa Kurd ya? Sala 2005an min di axaftina xwe de gotibû, ‘Li vî welatî pirsa Kurd nîne, heger hebe berpirs ez im emê çareser bikin’. Me çareser kir.”
Li ser tayînkirina qeyûman li şûna şaredarên hilbijartî jî Erdogan got, “Yên ku dibêjin çima qeyûman tayîn dikin bang li wan dikim: Yên ku derfetên dewletê dişandin çiya bûn, çal vekirin (xendek). Bi qeyûman re me hemû sererastkirin pêk anîn. Yên 15 sal berê diçin wan deran êdî wê derê nas nakin. Êdî Diyarbekir, Sêrt û Şirnaxeke gelekî cuda heye…”
Erdogan li ser gotinên bo berdana hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demirtaş ên Bulent Arinç ku doh îstifaya xwe ji şêwirmendiya bilind a serokomariyê dabû jî diyar kir:
"Pêşniyarkirina xwendina pirtûka terorîstekî heqeten ez gelekî êşandim” û îdia kir; "Destê Demirtaş di xwîna polîsan, leşkeran, mamosteyan û bi hezaran kurdan de heye... Em çi ji yên ku bi salan bihevre dimeşin re bêjin ku li heman trênê siwar bûne? Çi dibêjin, filan bêvan kes hîn di girtîgehê de ne. Herhal emê wan xelat nekin."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin