"Ew kesên ku berê li Efrînê êrîşî Kurdan kirin, niha êrîşî Helebê dikin"

Dîroka Weşanê :
"Ew kesên ku berê li Efrînê êrîşî Kurdan kirin, niha êrîşî Helebê dikin"

PeyamaKurd – Rêveberê Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) Ramî Abdurrahman diyar kir, "Kampanyayek nijadperest li dijî Kurdan heye. Heman hêzên ku berê li Efrînê êrîşî Kurdan kirin, niha êrîşî taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê dikin."

Ramî Abdurrahman wiha domand, "Ev kom, ku di bin siya Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê de dixebitin, 11 sal berê li Efrîn û başûrê Helebê Kurd dikuştin û niha êrîşî taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê dikin. Van her du taxan dîrokek bi van koman re heye."

Di du rojên borî de, li du taxên Helebê di navbera komên çekdar ên dilsozê hikûmeta Sûriyeyê û hêzên Asayîşê de pevçûn berdewam kirin. Di encamê de, hejmareke mezin ji niştecihan koçber bûn.

Abdurrahman got, "(Hikûmeta Sûriyeyê) behsa bombebarankirina Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê (SDF) dike, lê ew li wir nînin. Ew difikirin ku Kurd hedefek hêsan in, lê hêzek tune ku bikaribe Kurdan ji herêmên wan derxîne."