Dêra Katolîk wê êdî zewaca hevzayendan pîroz bike

Dêra Katolîk wê êdî zewaca hevzayendan pîroz bike

Peyama Kurd – Serokê Rûhanî yê Dêra Katolîk û Serokdewletê Vatîkanê Papa Francis, bi danezanekê destûrê da ku êdî Dêra Katolîk zewaca hevzayendan pîroz bike. Lê belê ev destûr wê bi cih anîna hin şertan bê dayîn.

Encûmena Bawerîyan a Vatîkanê, bi destûra Papa Francis, danezana ku pîrozkirina zewacên hevzayendan pesend dike belav kir.

Her çend ev guherîn ji bo cîhana katolîk biryareke dîrokî be jî di danezanê de hate gotin ku Dêra Katolîk, hîn jî di helwesta xwe ya li ser pîroznekirina zewaca heteroseksuelan de domdar e.

Piştî ku Papa Francis bi fermî vê guherînê ragihand, wê keşeyên katolîk êdî dikaribin zewacên hevzayendan pîroz bikin.

Danezan, cudahîya navbera merasîma zewacê ya olî û ji hevhezkirina mirovan teqez dike û destnîşan dike ku Dêra Katolîk, tenê zewacên jin û mêran pîroz dike lê belê di çarçoveya hin şert û mercan de wê keşeyên Dera Katolîk dikaribin zewaca hevzayenda pîroz bikin.

Danezana Papa Francis teqez dike ku Dêra Katolîk, li ser doktrîna kevneşop a zewace domdar dimîne.

Di danezanê de tê gotin ku heta statuya zewceyên rewşa wan aloz e û yên hevzayend bi fermî neyê pesendkirin pîrozkirin pêk nayê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin