PeyamaKurd – Di navbera bajarê Bedlîsê û Baykanê de TIR ên ku nikaribûn ji berfa zêde herin û rê îşxal kirin, bûn sedema ku erebe nikarin herin û werin. Bi wê sedemê bo wexteka zêde rê hat girtin. Tîmên şaredariyan û yên rêyên bejayiyê mudaxele kirin û piştî rê vekirin, TIR karibûn herin.
Tîmên şaredariyê û rêyên bejayê li bajaran û yên Rêvebiriya Taybet ên parêzgehê li gundan bê rawestin rêyan ji berfê paqij dikin.
Li gor ragihandina metorolojiyê; wê îşev berf li bajarê Bedlîsê û dora wê heya siba bibare.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin