PeyamaKurd - Hat diyarkirin ku serokê siyasî yê rêxistina ETAyê ku ji bo serxwebûna bakurê rojhilatê Spanyayê têdikoşiya Jose Antonio Urrutikoetxea li Fransayê hat desteserkirin.

J. A. Urrutikoetxea (Josu Turnera)
Li gorî nûçeyan medya spanî ku xwe dispêrê çavkaniyê polîsên dijterorê, serokê siyasî yê rêxistina ETAyê ku ji bo serxwebûna bakurê rojhilatê Spanyayê têdikoşiya Jose Antonio Urrutikoetxea bi navê xwe yê naskiriî ‘Josu Turnera’ li herêma Sallanches a li ser Çiyayên Alpên Fransayê hat desteserkirin.
Josu Ternera, fugado desde 2002, dirigió ETA hasta el día de su disolución https://t.co/iCCVvUEFpy
— EL PAÍS (@el_pais) 16 Mayıs 2019
Polîsên fransî û spanî operasyoneke hevpar lidar xistin û di encama wê operasyonê de serokê ETAyê yê 69 salî ku 14ê mijdara 2002yan ve mişextî bû, desteserkirin.
Rêxistina ETAyê ku di sala 1958an de hatibû damezirandin û ji kuştina zêdetirî 800 kesî berpirsyar dihate dîtin, di cotmeha 2011an de biryar dabû ku dawî li tevahiya çalakiyên xwe yên çekdarî bîne. Piştî pêvajoya çekdanînê di 3 gulana 2018an de ETAyê xwe bi temamî fesix kiribû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin