PeyamaKurd – Li dijî êrîşa ser malbatekê ku 15ê Hezîranê 4 kes di encama êrîşeke çekdarî de bi awayekî hovane li meydana gund hatibûn kuştin, bertek zêde dibin.
Li gorî daxuyaniyên malbatê kesên êrîşkar zilamên parlamentarê berê yê AKPê Zulfikar Îzol in.Hîn êrîşkarên ku bi çend otomobîlan bi ser wê malbatê de girtin û ew kuştin nehatine girtin û derneketine pêş dadgehê. Ji bo edalet bicih were li ser medya civakî kampyayek bi navê 'komkujiya siwêregê' hatiye destpêkirin ku ew bûyer tê protesto kirin û tê xwestin qatil bên sizadan.
Gelî xêr xwazan li ser vî bûyerê heya ji destê we tê bisekinin bila ji rojevê nekeve, heya ev fikr û bawerîyên gemar ji nava me Kurda dernekeve winda nebe Kurdistan Azad nabe!#DengBidinKomkujîyaSêwregê #SiverektekiKatliamaSesVer
— EvînaSeyda (@Evinaseyda_) June 19, 2019
Medya tirk êrîşê wekî pevçûna navbera malbatên eşîra Îzol nîşan dide, lê endamên malbatê yên sax filitî ne dibêjin, ew kesên êrîşkar nêzî deshilatdariya AKPê ne û komkujî li ser wan kirine.
Dîmenên êrîşê ku li ser medya civakî hatine belavkirin, hovîtiya ku bi çekan êrîşê malbatekê dikin û hemûyan dikujin derdixe rastê.
çok korkunç! Lütfen bağrış çağrışları silah seslerini ve o kızcağızın ağlama seslerini dinleyin. Eski akp milletvekili zülfikar izol ve çetesinin katliamını izleyin. #SiverektekiKatliamaSesVer pic.twitter.com/1mI0W1a4My
— D. (@BiraGobegi01) June 19, 2019
Di encama êrîşa roja şemiyê ya li taxa Çeltik a Siwêregê rû daye de, Zozan İzol (42 salî), Mustafa Serdar (24), Meral İzol (42) û Hakki İzol (49) jiyana xwe ji dest dan.
Herwiha ji heman malbatê Yusuf Rojhat İzol, Cihan İzol, Serhat Ferman İzol, Cemal İzol û Mehmet Metin İzol jî birîndar bûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin