PeyamaKurd – Rejîma Îranê Girtiyekî Kurd ê ji Rojhilatê Kurdistanê, li bajarê Bîrcend ê Îranê bi dar ve kir.
Li gor malpera mafên mirova ya Hengawê diyar kiriye, do danê sibê girtiyekî Kurd bi navê Erselan Muradî, li nav girtîgeha navendî ya bajarê Bîrcend yê Îranê hat bidarvekirin.
Herwiha agahî didin zanîn, ew girtiyê Kurd ku xelkê bajarokê Dîwandere yê Rojhilatê Kurdistanê bû, du sal berê li bajarê Bîrcendê bi tohmeta bazirganîkirina madeyên hişbir hatibû girtin û bi îdamê hatibû sizakirin.
Malbata wî welatiyê Kurd destnîşan dike, berpirsên girtîgehê nehiştine ew beriya îdamê jî kurê xwe bibînin.
Bajarê Bîrcendê navenda parêzgeha Xorasana Başûr ya Îranê ye û dikeve rojhilatê Îranê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin