Fransa: Em ê piştgiriya gelê Kurd bidomînin

Fransa: Em ê piştgiriya gelê Kurd bidomînin

PeyamaKurd - Balyozê Giştî yê Fransayê li Hewlêrê Yann Braem, êrîşa moşekî ya balîstîk a Îranê li ser Hêzên Pêşmerge şermezar kir.

Balyozê Giştî yê Fransayê di nameyekê de ji Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re, êrîşa moşekî ya balîstîk a Îranê ya li Soranê ku Hêzên Pêşmerge hedef girtibû, bi tundî şermezar kir.

Di nameyê de hat destnîşankirin ku di êrîşê de şeş Pêşmerge şehîd bûne û 30 jî birîndar bûne. Yann Braem sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û ji birîndaran re başbûneke bilez xwest.

Braem hevxemiya Fransayê bi Herêma Kurdistanê, rayedarên wê û gelê wê re li dijî van kiryarên dijminane dubare kir.

Balyozê Giştî yê Fransayê herwiha diyar kir ku welatê wî wê piştgiriya hewldanên ji bo parastina aştiyê û misogerkirina ewlehiya gelê Kurd berdewam bike.