PeyamaKurd – Wezîrê Darayî yê Herêma Kurdistanê Rêbaz Hemlan da xuyakirin ku dê welatê Fransa li Hewlêrê ofîsekeê veke û dê ew ofîs ji bo amadekirina budçeya Kurdistanê bibe alîkar û çavdêr.
Hemlan doh li Hewlêrê bi şanda frensî ya wezareta darayî ya bi seroktiya Silvi Stugil re civiyabû.
Rebaz Hemlan li ser serdana şanda frensî got ku mebesta wan vekirina ofîsekê ye ku dê ji bo amadekirin û xercîneyên budçeya Kurdistanê re bibin alîkar û çavdêriya wê bikin.
Wezîrê Kurdistanê Hemlan destnîşan kir ku dê Fransa wê ofîsê li demeke nêzîk li Hewlêrê veke.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin