Amerîkayê peyamek pîrozbahiyê bo rêkeftina Sengalê belav kir

Amerîkayê peyamek pîrozbahiyê bo rêkeftina Sengalê belav kir

PeyamaKurd Li Iraqê, di navbera Hewlêr û Bexdayê de li ser Şengalê rêkeftinek hat îmzekirin. Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) dilxweşiya xwe ji bo rêkeftina di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê de diyar kir.

Li Bexdayê do, di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de rêkeftina Şengalê hat îmzekirin. Nûnerê taybet yê Neteweyên Yekbûyî (NY) jî di civînê de bû.

Bi daxuyaniyekê, Balyozxaneya Amerîkayê bo çareseriya aştiyane a Şengalê, pîrozbahî li Hikûmetên Herêma Kurdistanê û Iraqê kir.

Hat diyarkirin, welatê wan piştevaniya bicihanîna rêkeftinê dikin. Da ku hem ji Herêma Kurdistanê re û hem jî ji Iraqê re aramî pêk bê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin