PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Îranê Abbas Arakçî bertek nîşanî gefên Amerîkayê yên êrîşê da û diyar kir ku rêbazên leşkerî çareserî nînin. Arakçî got, "Wan 40 rojan bi me re şer kirin û encama wê dîtin."
Wezîrê Derve yê Îranê Abbas Arakçî, derbarê gefên Amerîkayê yên êrîşê de diyar kir, "Wan 40 rojan bi me re şer kirin û encama wê dîtin."
Wezîrê Derve yê Îranê Abbas Arakçî piştî Civîna Wezîrên Derve yên BRICS li New Delhiya Hindistanê ev daxuyanî da çapemeniya Îranê.
Derbarê daxuyaniyên Serokê Amerîkayê Donald Trump ên derbarê ji nû ve destpêkirina şer de Arakçî got, "Em bi van gefan re hîn bûne. Ew demek dirêj e bi şêwe û rêbazên cûrbecûr gefên xwe dubare dikin, lê ew jî dizanin ku ew ê ji van gefan an jî ji şerê ku dest pê kirine tu encamek bi dest nexin."
Arakçî diyar kir ku çareserkirina pirsgirêkê bi rêbazên leşkerî ne mimkûn e û got, "Wan 40 rojan bi me re şer kirin û encama wê dîtin.
Kesên ku bi rêzdarî bi Îranê re biaxivin, wê bi heman zimanî bersivê bistînin. Divê ew bizanin ku ew hewce ne ku li derveyî qada leşkerî çareseriyan ji bo pirsgirêkan bigerin, ji ber ku ew ê bi vî rengî tiştekî bi dest nexin."