Fransa: Welatiyên Fransî ji kampa Holê nereviyane

Fransa: Welatiyên Fransî ji kampa Holê nereviyane

PeyamaKurd- Wezareta Derve ya Fransayê diyar kir ku piştî revên girseyî ji kampa Holê di hefteyên dawî de, tu hemwelatiyên Fransayî ji kampa Holê, ku malbatên çekdarên DAIŞê di nav de biyanî, Sûriyeyî û Iraqî, li nereviyane.

Berdevkê Wezareta Derve Pascal Confavreau ji AFPê re got, "li gorî agahiyên berdest, tu hemwelatiyên Fransayî ji kampa Holê nereviyane " û destnîşan kir ku ev pêşketin piştî vekişîna Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ji kampê di dawiya Çileyê de çêbûne.

Berdevk da zanîn ku Parîs bi fikar pêşketinên ewlehiyê yên li kampê dişopîne û diyar kir, Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Noël Barrot van fikaran bi hempîşeyê xwe yê Sûriyeyî Esed El Şêbanî re di civîna wan a piştî Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê de nîqaş kiriye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin