McKenzie: “Talîban xwest em ewlehiya Kabîlê bigrin ser xwe”

McKenzie: “Talîban xwest em ewlehiya Kabîlê bigrin ser xwe”

PeyamaKurd – Fermandarê Hêzên Navendê yê Amerîkayê (CENTCOM) Orgeneral Kenneth McKenzie ragihand ku Talîban di pêvajoya vekişîna Amerîkayê ji Afxanistanê de got ku heya vekişîn biqede, ewlehiya Kabîlê em bigrin ser xwe. McKenzie, bi wezîrê bergiriyê yê Amerîkayê Lloyd Austin û serokerkanê Amerîkayê Orgeneral Mark Milley re li Meclisa Nûneran ji Komîta Hêzên Çekdar re, li ser pêvajoya vekişîna ji Afxanistanê îfade dan.

McKenzie got ku piştî Kabîl ket destê Talîbanê ji bo peyama “eger Talîban mudaxeleyê pêvajoya vekişandinê bibe, wê ji aliyê Amerîkayê de bi awayekî giran bê cezakirin” bide Talîbanê, di 15 ê tebaxê de çûye Dohayê û bi lîderê Talîbanê Abdulxenî Birader re hevdîtin kiriye û Talîban xwestiye Amerîka ewlehiya Kabîlê bigre ser xwe. McKenzie weha got:

“Me îznê daye ku hun ewlehiya Kabîlê bigrin destê xwe. Di dema wê hevdîtinê de ji min re got ku ewlehiya Kabîlê bila Amerîka bigre ser xwe. Lê ez ne ji bo vê mijarê li wê derê bûm. Fermana ku dabûn min ev nîn bû. Ji bo vê di destê me de çavkanî jî tinebûn.”

McKenzie li ser pirsa ku babetê gihandiye Biden an de got ku em bi ast bi ast têkiliyan dimeşînin û min ji fermandarê xwe re vê mijarê got.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin