Fûad Hûsên li Parîsê besdarî merasîma sîna Jaque Chirac dibe

Fûad Hûsên li Parîsê besdarî merasîma sîna Jaque Chirac dibe

PeyamaKurd - Wezîrê Darayî yê Iraqê Fuad Husên, wekî nûnerê Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî çû Fransayê ku dê li wir beşdariya merasîma şîna serokomarê berê yê Fransayê bibe.

Wezîrê Darayî yê Iraqê Fuad Husên ku herwiha cîgirê serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî ye li ser hesabê xwe yê twîtterê ragihandiye ku ew ber bi Parîsê ve bi rê ketiye.  

Fuad Husên da zanîn, ewê bi nûnertiya serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî û hikûmeta Iraqê, li Parîsê beşdarî merasîma şîna serokomarê berê yê Fransa Jaque Chirac bibe ku çend roj berê koça dawî kiribû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin