Gelo Rojîn Kabaîs xeniqî yan hat xeniqandin?

Gelo Rojîn Kabaîs xeniqî yan hat xeniqandin?

PeyamaKurd – Di rapora otopsiyê ya Rojîn Kabaîşê de hatiye diyarkirin ku sedema mirina wê xeniqîn e. Lê pirsên wekî cenaze çend roj di avê de maye, destwerdanek ji derve lê hatiye kirin û hatiye xeniqandin û şopa derbê ya li laşê wê çi bû bê bersiv mane. Parêzera malbata wê Fatma Ulgenê diyar kiriye ku ji ber cihê ku cenaze lê hatiye dîtin îhtîmala întîxarê zêde dibe. Pisporekî ku beşdarî lêgerîna Kabaîşê bûye jî diyar kiriye ku ji bo şik ji holê bên rakirin divê bê diyarkirin bê ka berê pêlên avê bi ku ve bû.

Serdozgeriyê der barê dosyaya Kabaîşê de biryara nepenîtiyê daye û ji ber vê sedemê rapora destpêkê ya otopsiyê ya roja hat dîtin bi parêzerên malbatê û raya giştî re nehatiye parvekirin.

“Gelo xeniqiye an hatiye xeniqandin?”

Parêzera malbata wê Fatma Ulgenê, aniye ziman ku rapora Saziya Tiba Edlî nikare bersiva gelek pirsan bide û got, “Her çend di rapora Saziya Tiba Edlî de tê gotin ku Rojîn di avê de xeniqiye jî awayê xeniqînê, xeniqandin e û ji dereke din ew avêtine Behra Wanê, ne diyar e. Divê ev hemû mijar bên lêkolînkirin.”

 

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin