Gera 11an a dewriyeya Rûs-Tirk hat kirin

Gera 11an a dewriyeya Rûs-Tirk hat kirin

PeyamaKurd – Di çarçoveya rêkeftina Soçiyê ya Rûsya-Tirkiye de ku li ser parastina sînorên Rojavayê Kurdistanê û dûrxistina hêzên Kurd li hev kiribûn, 11emîn dewriyeya leşkerî ya hêzên Rûs-Tirk li navbera Qamişlo û Dêrikê hat kirin.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê ragihand ku dewriyeya 11emîn li Rojhilatê Firanê dorûbera Qamişlo-Dêrikê bi beşdariya yekîneyên leşkerî yên Rûs û Tirk û beşdariya balafirên keşfê hatiye kirin.

Dewriyeya 10an jî 23yê Mijdarê hatibû gerandin ku beriya niha jî di dema gera dewriyeyan de xelkê gundewarên Rojavayê Kurdistanê ew bi keviran protesto kiribûn û xwepêşandan lidarxistibûn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin