Gestiyarê Îranî li bajarê Meletiyê di cuha avê de fetisî

Gestiyarê Îranî li bajarê Meletiyê di cuha avê de fetisî

PeyamaKurd – Geştiyarê Îranî yê bi navê Frous Elsazedeh (22) li bajarê Meletiyê li navça Doğanşehirê bi sedema hewa germ bû û xwest xwe di avê de xwe hînik bike, ket cuha avê û ji dîdara kesên li wê derê wenda bû.

Bûyer li dora nîvro çêbû û dema kesên li wê derê dîtin ku geştiyar ji ber çav wendabû, xeberê didin cendirme, tîmên tenduristiyê û îtfaiyê.

Piştî lêgerînekî bi 3 seetan, ji ciyê bûyerê 5 km dûr cenazê Frous Elsazedeh dibînin. Ji bo otopsiyê cenaze dibin tib a edlî ya Meletiyê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin