PeyamaKurd – Gol a Qulinga dikeve rojavayê bajarê Çapaqçûr a (Bîngol) bakûrê Kurdistanê. Di havînan de bi deh hezaran geştiyar seredana Gol a Qulinga dikin. Gol a Qulinga ji ser rêya navbera Bîngol û Xarpêtê ji rê 5 km ber bi çiya de dikeve.
Taybetmendiyekî Gol a Qulinga ew e ku li ser ava şêrîn 3 giravên biçûk hene ku li ser avê digerin û her gav cîh diguhêrin. Di nav giravekî de dar jî hene ku xemlê didin giravê. Di salên berê de herkes dikaribû derê ser wan giravan û li ser avê bigerin lê niha dewletê dora golê dîwar û çît kiriye. Tenê dikarî ji dûr de temaşe bikî. Eger bixwazî li wê derê bêhnvedana xwe bikî, li wê derê xwarin û vexwarin jî hene û gelek kafeterya hene.
Gol a Qulinga ciyekî dîrokiye. Her wext bûye mijara kilamên Kurmancî. Dema quling ji beriyê diçûn ber bi zozanan de, yek ji rawestgehekî qulungan jî ev der bû. An bi eksa wê, eger quling di derengiya payîzê de ji zozanan ber bi germiyanan de biçûna, Gol a Qulinga rawestgeha wan ya dagerê bû.
Ji ber niha ziyaretvanên gol a Qulinga gelekin, dema guling rêya xwe bi wê derê dixin, eger mirov li dora golê hebin, quling li wê derê ranawestin û derbas dibin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin