Girtiyekî Kurd li zindaneke Îranê jiyana xwe ji dest da

Dîroka Weşanê :
Girtiyekî Kurd li zindaneke Îranê jiyana xwe ji dest da

PeyamaKurd- Li gorî ragihandina Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê, girtiyê siyasî yê Kurd Wehîd Omerî yê ji gundê Xorxore ya ser bi Selmas a sînorê bajarokê Urmiye ya Rojhilatê Kurdistanê, li girtîgeha Selmasê ji ber astengkirina wergirtina tedawiyê jiyana xwe ji dest da.

Hate diyarkirin ku malbata girtiyê siyasî dixwaze dozê li rayedarên girtîgehê veke ji ber ku dema Wehîd felc derbaskirîye neşandine nexweşxaneyê.

Hêjayî gotinêye ku di nava vê hefteyê de ev buyera duyem e ku li girtîgehên rejîma Îranê girtiyên Kurd ji ber wernegirtina çareseriyên bijîşkî jiyana xwe ji dest didin.