PeyamaKurd- Di pêşbirka bo serokatiya Partiya Muhafazakar ya Brîtanyayê, wezîrê karên derve yê berê Boris Johnson, di Kamara Awam de, di tûra duyem de 126 dengan anî û bû yekem.
Johnson di peyamên xwe de, bi xwe gelek bawer diaxife û dibêje dê mijara Brexitê dê bi serkeftin û di demeka kurt de çareser bike. Pirsgirêka Brexitê an ku mayîn û derketina ji endamtiya Yekîtiya Awrûpayê bûye pirsgirêka mezin û her ew bû sedem ku Theresa May ji serokwezîrtiyê îstîfa xwe da.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin