Google Kerkûkê derxist derveyê nexşeya Kurdistanê

Dîroka Weşanê :
Google Kerkûkê derxist derveyê nexşeya Kurdistanê

PeyamaKurd – Di bicîhanîna navigasyonê de Google Maps sînorên xwe yên dîjîtal yên Iraqê guncaw kir. Platform, herêmên Kurdistanê yên di derveyê rêvebiriya Kurdistanê de ne ku li ser wan di navbera rêvebiriya Herêma Kurdistanê û Iraqê de arîşe hene, di nav sînorên Kurdistanê de nîşan dida, niha nexşeyê guhert û derxistiye derveyê sînorên Kurdistanê.

Google, mehekî berê, Kerkûkê û dora wê di nav sînorê Kurdistanê de nîşan da û niha ji biryara xwe dageriya. Dema di Google de mirov li nexşeya Herêma Kurdistanê digeriya, herêm bi xetên sor yên birîtî nîşan dida. Di nav sînorên dîjîtal de Kerkûk, Xaniqîn, Pirde û Tûzxwurmatû niha ne di nav sînorên Kurdistanê de ne.

Lê di meha borî de, di guncawkirinê de Mexmûr, Kifrî, Gwêr û hinek ciyên Deşta Mûsilê di nav sînorên Kurdistanê de nîşan dida.

Fermiyeta guherînê niha diyar nîne. Li ser mijarê kesê bi xwebexşane xebatê dike, Diyar Bekir li ser mijarê daxwuyaniyê da û got:

“Me ji Google heya niha bersivekî fermî nestendiye. Dibe ev rewş ji guncawkirinekî teknîkî be. Google li ser herêmên Kurdistanê yên arîşe li ser wan hene, dikare guherînan bike. Texmîna min ev guherîn demkiye.”

Ev guherîna han car din xala 140ê ya destûra Iraqê xist rojevê. Di destûrê de hebû ku di sala 2007an de rewşa herêmên navborî bi referandûmê destnîşan bikirina lê heya niha Bexda vê xalê bicîh neaniye û ev mijara di Google Mapsê de jî dibe sedema munaqeşeyan.