PeyamaKurd - Endamê Civata Niştimanî ya Tevgera Goran Nesredîn Mehmûd bertek da hewlên YNKê yên dijî Goranê di avakirina hikûmeta nû ya Kurdistanê de û got, "Muxatabê me PDK ye, ne YNK ye."
Nesredîn Mehmûd ji medya Kurdistanê re daxuyakirin, heger ew bibin şirîkê hikûmetê ew bi qasî kursiyên xwe beşdar dibin û xizmeta gelê Kurdistanê bikin û got, "Mafê YNKê nîne daxwaza wê yekê bike û bêje, Goran bila filan postê û wezaretê wernegire. Çimkî muxatebê me PDK ye ne YNK."
Berpirsê Goranê da zanîn ku PDK dixwaze Goran beşdarî hikûmetê bibe û heger daxwaziyên wan bên qebûlkirin jî ew dê bibin şirîkeke baş a hikûmeta Kurdistanê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin