Grê Spî | Li ser sînor 11 sivîl hatin kustin

Grê Spî | Li ser sînor 11 sivîl hatin kustin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di navbera salên 2018-2019an de li ser sînorê Tirkiye û Girê Spî yê Rojavayê Kurdistanê 11 kesên sivîl bi guleyên leşkerên tirk hatine kuştin.

Nexweşxaneya Wetenî ya Girê Spî ragihand ku ji sala 2018an ve, 11 sivîl bi guleyên artêşa tirk hatine kuştin û 16 kes jî birîndar bûne.

Hat diyarkirin, bê cudahî zarok û jinên xwestine sînor derbas bikin hatine gulebaran kirin.

Li gorî amarên nexweşxaneyê 1ê Mijdara 2018an Sara ya 7 salî hatiye kuştin û bûyera herî dawî jî du roj berê rû daye.

Bajarê Girê Spî 15ê Hezîrana sala 2015an ji destê DAIŞê hatibû rizgarkirin.

Li gorî malpera belgekirina binpêkirinên li Bakurê Sûrî, heta niha artêşa Tirk 431 sivîl li ser sînor kuştine ku di nav de 76 zarok û 40 jin hene û 287 kes jî birîndar bûne.

Hat ragihandin ku di van rojan de jî ji ber çûnûhatina şêniyan, tevgera li ser sînor zêde bûye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin