PeyamaKurd - Grûba çekdar a bi navê Eshabê Kehfa ku xwe wekî beşek ji "Berxwedana Îslamî" pênase dike, ragihand ku wan îro (3yê Nîsanê) li parêzgeha Hewlêrê êrîşî baregehên Amerîkî kirine.
Li gorî daxuyaniya komê, tenê di çend saetên dawî de 12 êrîşên bi droneyan li dijî hedefên Amerîkî hatine kirin.
Koma navborî hişyarî da ku dê operasyonên wan bi hêzeke zêdetir berdewam bikin.
Tê zanîn ku Eshabê Kehf û koma "Seraya Evliya el-Dem", ji 28ê Adarê ve berpirsiyariya piraniya êrîşên li ser leşkerên Amerîkî û mîsyonên biyanî li Iraq û Herêma Kurdistanê digirin ser xwe.