PeyamaKurd – Li dijî bombardimanên balafirên Tirkiyê bi ser deverên herêma Kurdistanê de li navçeya Şêladiz a parêzgeha Duhokê xwepêşandanek hat lidarxistin ku piştî xwendina gotaran xwepêşander bi ser baregeha leşkerên Tirkiyê de meşiyan û dan ber agir.
Li gor çavkaniyên medya Kurdistanê, leşkerên Tirkiyê dema serdegirtina baregehê de êrîşî xwepêşanderan kirine û 9 xwepêşander di encama aloziya ku di navbera leşkerên Tirk de derketiye birîndar bûne.
Herwiha li gor çavkaniyên herêmê rewşa du birîndaran giran e.
Dema xwepêşandanê gelek wêne û vîdyoyên şewitandina tank û alavên artêşa Tirkiyê hatine belavkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin