Wezîrê Bahreynê bi peyameke nivîskî Nêçîrvan Barzanî pîroz kir

Wezîrê Bahreynê bi peyameke nivîskî Nêçîrvan Barzanî pîroz kir

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Bahreynê Xalid Bin Ehmed Xelîfe, ji bo hilbijartina  Nêçîrvan Barzanî bo seroktiya Kurdistanê peyameke pîrozbahiyê belav kir.

Xelîfe di peyama xwe de, bal kişand ser rola Nêçîrvan Barzanî ya xizmetkirinê de û got,  “Hêvîya serkeftinê bo cenabê we yê rêzdar dikim û pêşketin û xweşguzeranîyê bo gel û hikumeta Herêma Kurdistanê dixwazim.”

Peyama Wezîrê Bahreynê wiha ye:

Silavê Xudayê mezin li hewe be

Dilşadim pîrozbahîyên xwe li cenabê we bikim bi hilkefta hilbijartina we wek serokê Herêma Kurdistana Îraqê, ku amje û derbire bo hewlên hewe yên berçav di xizmetkirin û pêşxistina Herêma Kurdistanê di hemû waran de. Herweha rengvedana astê bawerî û mitmaneya gele bi şîyanên we ji bo bidestvehînana hêvî û xwaztên gelê Kurdistanpê li pêşkevtin û geşekirina zêdetir.

Her bi vê boneyê, bi delîve dizanim, ku şanazî û pêzanînên Şahgeha Behreynê  bi Herêma Kurdistana Îraqê û rola wê giring di rabûn û pêşkevtina Îraqê de tekezê bikim bo cenabê we.

Hêvîya serkevtinê bo hewe yên rêzdar û pêşkevtin û xweşguzeranîyê bo gel û hikumeta Herêma Kurdistanê dixwazîn. 

Xalid Bin Ehmed Bin Mehemed Alxelîfe

Wezîrê Derveyê Şahgeha Behreynê

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin