PeyamaKurd- Wezareta karên derve ya Îranê peyamekî di ser hesabê xwe yê Twitterê de belav kir û êrîşa ser merasima leşkerî ya li bajarê Îranê ya li Ahwazê şermezar kir.
Wezîrê karên derve Muhammed Cewad Zarîf di peyama xwe de weha got:
“ Terorîstên ku ji aliyê maddî ve ji aliyê dewleteka biyanîde tên destekkirin, êrîş birin ser Ahwazê û di nav kuştiyan de zarok û rojnamevan jî hene. Em weka Îranê, ew dewletên ku di herêmê de terorê destek dikin û Amerîkayê ji van êrîşan berpirs dizanin. Bo parastina canê hemwelatiyên Îranê em ê tekez û bilez bersivê bidin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin