Parlementoya Iraqê sibê bi mijara ‘derxistina Amerîka ji Iraqê’ dicive

Parlementoya Iraqê sibê bi mijara ‘derxistina Amerîka ji Iraqê’ dicive

PeyamaKurd - Parlementoya Iraqê dê li ser çawaniya derxistina hêzên Amerîkî ji Iraqê bicive.

Biryar bû parlementoya Iraqê îro li ser kuştina Qasim Suleymanî û Ebû Mehdî Mihendis ji aliyê Amerîka ve bicive û li ser derxistina hêzên Amerîkî ji Iraqê gotûbêj bike lê serokatiya parlementoya Iraqê ragihand, ji ber ku beşek ji endamên parlementoyê mijûlî karûbarên veşartina termê Ebû Mehdî Mihendis in, civîn bo sibê hatiye paşxistin.

Endamê firaksiyona Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) li parlementoya Iraqê, Hesen Alî got, civîna parlementoyê civînek normal e lê nayê zanîn ka firaksiyonên Kurdistanî dê beşdar bibin yan na.

Bi gotina wî parlementerê Kurd, nabe parlementerên kurd piştgiriya derxistina hêzên Amerîkayê ji Iraqê bikin lê biryara dawî di vê mijarê de, serkirdetiya siyasî ya Kurdistanê dide.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin