PeyamaKurd – Li eyaleta Bavyeraya Almanyayê, di nav çopê de 2 tabloyên sedsala 17an hatin dîtin.
Li eyaleta Bavyeraya Almanyayê di konteynereke li kêleka rê, 2 tablo hatin dîtin. Tabloyên hatin dîtin orjînal in, lê kes nizane yên kê ne. Polîsên Kolnê diyar kirine, hê xwediyên wan nehatiye dîtin.
Her du tablo çarçovekirî ne û ew difikirin ku tabloyên hunermendê Hollandî Samuel van Hoogstraten û yê hunermendê Îtalî Pietro Bellotti ne.
Polîs dide zanîn, tabloya kesê bi şewqeya sor hatiye neqişkirin ya Hoogstraten e ku ew di navbera salên 1627-1678'an de li Hollandayê jiya ye. Tabloyê din jî ya Bellotti ye ku ew jî di navbera salên 1625-1700'î de li Îtalyayê jiya ye.
Polîsên Kolnê eşere kiriye, kesên hay ji xwediyê van tabloyan heye bila bi wan re bikeve têkiliyê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin