PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî bi malbatên Pêşmergeyên di êrîşa doh 5ê Hezîranê li Metînayê di encama êrîşa PKKê de hatine şehîdkirin re hevdîtin pêk anîn û sersaxî ji malbatan re xwest.
Nivîsgeha Serok Barzanî ragihand ku di pêwendiya telefonî ya ligel her malbatên 5 şehîdên Pêşmerge de, hevxemiya xwe nîşan daye û sersaxî daye malbatan.
Herwiha Serok Barzanî gotiye, “Yên ku tawana şehîdkirina Pêşmerge kirine, wê cezayê ku heq dikin bibînin.“
Serok Barzanî bi Pêşmergeyên birîndarên wê êrîşê re jî axiviye û hêviya selametiya bilez bo wan xwestiye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin