Wezareta Derve ya rejîma Sûrî bersiv da gefên Erdogan: Pûç û vala ne…

Wezareta Derve ya rejîma Sûrî bersiv da gefên Erdogan: Pûç û vala ne…

PeyamaKurd - Wezareta Derve ya rejîma Sûriyê piştî daxuyaniyên gefxwarina êrîşkirina ser armancên rejîma Sûriyê yên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan daxuyaniyek belav kir û bersiv da.

Çavkaniyeke ji Wezareta Derve ya Sûriyê ji ajansa SANA ya fermî re bersiv da Erdogan û got:

"Piştî ku rêxistinên xwe yên terorîst ku alîkarî û çekan dide wan û wan perwerde dike, ji bo ku li dijî artêşa Sûriyê şer bikin, têk çûn û piştî ku rola wê ku wek alaveke terora navneteweyî di destê rêveberê xwe Amerîkayê de diyar bû, serokê rejîma Tirk daxuyaniyên pûç û vala dan. Ev yek jî nezaniya wî diyar dike ku gefan dixwe ku wê leşkerên artêşa Sûriyê hedef bigire. Ev daxuyanî  jî piştî ku artêşa wî û terorîstên wî derbeyên giran xwarin da."

Di dawiyê de hat gotin, "Komara Sûriyê careke din piştrast dike ku hebûna hêzên Tirkiyê li ser axa wê, hebûneke ne rewa ye û binpêkirina qanûnên navneteweyî ye."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin