PeyamaKurd - Encûmena parêzgeha Nînowa (Mûsil) ji ber helwest û alîkariya Herêma Kurdistanê ya karesata noqbûna belemê ku bêhtirî 100 kesan can dabû, bi fermî biryar da spasiya Herêma Kurdistanê bike.
Li gor nûçeya malpera Iraqî ‘shafaaq.com’, di civîna encumena parêzgeha Nînowayê de ku bi serokatiya Seydo Çeto îro 17ê Nîsanê civiya, behsa çawaniya rûdana noqbûna belema geştiyarî ya ku di çemê Dîcle de noqî avê bibû hat kirin û çend biryar li ser wê hat dayîn.
Di civînê de parêzgarê Mûsilê Newfel Hemadî, qaymeqamê Mûsilê Zuhêr Muhsin û berpirsê tenduristiya Mûsilê û çend kes û saziyên din wek gunehbarên wê rûdanê hatin nasandin û biryar hat dayîn bi fermî spasiya Herêma Kurdistanê were kirin, ji ber helwesta wê ya li hember rûdanê û ew kesên ku di rûdanê de miribûn.
21ê Adarê belemeke geştiyariyê li Mûsilê li nav çemê Dîcle noqî avê bibû û di wê rûdanê de herî kêm 117 kesan can dabû. Serok Mesûd Barzanî û hikûmeta Herêma Kurdistanê hevxemiya xwe nîşan dan û ji xeynî hawarçûn û alîkariyê herwiha li Herêma Kurdistanê 3 roj jî şîna giştî hat ragihandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin