Amerîka bo operasyona Garê: “Em bi Tirkiyê re ne”

Amerîka bo operasyona Garê: “Em bi Tirkiyê re ne”

PeyamaKurd – Balyozxaneya Amerîkayê ya Ankara bo operasyona Tirkiyê ya ser Garê ragihand ku ew bi hevkarên xwe yên NATO yê, bi Tirkiyê re ne. Balyozxane di ser hesabê xwe yê Twitterê de weha ragihand:

“Em bi êrîşa terorîstên PKK ê bo ser leşkerên Tirkiyê ku leşker jiyana xwe ji dest dane xemgîn bûn. Leşkerên di êrîşê de jiyana xwe ji dest dane em bo malbatên wan sersaxiyê dixwazin. Em bi hevkarê xwe yê NATOyê bi Tirkiyê re ne.”

Artêşa Tirkiyê di 10 ê sibata 2021an de li Kurdistana Başûr li Çiyayê Garê bo ser PKK ê operasyon dabû destpêkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin