PeyamaKurd – Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mihail Bogdanov, li ser rêkeftina navbera Tirkiye-Rûsyayê ya bo Rojavayê Kurdistanê û vekişîna hêzên Kurdî heta 30 km ji sînorê Tirkiyê ku doh 22yê Cotmehê li Soçiyê hat ragihandin axivî.
Bogdanov li ser pirsa ‘Gelo ti garantiyek ji bo herêmên hêzên Kurdî vekişin ji bo Kurdan hatiye dayîn?’ got, “Helbet hêviya me ew e. Me bi wan re têkilî kir.” Rayedarê Rûsî herwiha ragihandin ku karwaneke polîsên wan ên leşkerî jî ber bi Kobaniyê ve bi rê ketiye.
Li gorî medya Rûsî Bogdanov herwiha bal kişand ser petrola li bakurêrojhilatê Sûriyê ku di bin kontrola Amerîka-HSDê de ye û got, pêwîste hemû kargehên petrolê bikevin jêr kontrola rêveberiya Şamê.
Bogdanov herwiha da xuyakirin, karwana polîsên leşkerî yên rûsî di çarçoveya rêkeftina ligel Tirkiyê ji bo çavderiyê ji Çemê Firatê derbas bûne û ber bi Kobaniyê ve bi rê ketine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin