PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî, derbarê koça dawî ya dîroknasê Kurd Prof. Dr. Kemal Mezher Ehmed de, peyameke serxweşiyê belav kir.
Peyama Serok Barzanî wiha ye
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Bi xemeke zêde ve nûçeya koça dawî ya zana û dîroknivîsê gelê me Dr. Kemal Mezher gihîşt me. Dr. Kemal Mezher li temena xwe ya pir bi berhemî da xizmeteke zêde nivîsîna dîroka gelê xwe kir û kitêb û berhemên wî yên zanistî gencîneyekî girîng û bihadar in û bûne sedema dewlemendtirbûna tevgerên lêkolîn û zanist û kitêbxaneya Kurdî. Ji destdana mirovekî zanayê wekî Dr. Kemal Mezher ji bo gelê me ziyaneke mezin e.
Sersaxiyên xwe pêşkêşî malbat û kesukar û hemû hevalên wî û navendên zanistî û ronakbîrî û hemû rewşenbîrên Kurdistanê dikim û xwe bi hevbeşê xema wan dizanim.
Ji xwedayê mezin hêvîdar im, giyanê xwedê jêrazî Dr Kemal Mezher bi dilovaniya xwe şad bike û hedar û aramiyê jî bi hemû aliyek bibexşe.
Mesûd Barzanî
16.03.2021
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin