Ji Le Monde Diplomatique hejmareke taybet li ser Kurdan...

Ji Le Monde Diplomatique hejmareke taybet li ser Kurdan...

PeyamaKurd – Kovara Fransî ya polîtîk Le Monde Diplomatique ku mehane tê belavkirin, di hejmara xwe ya Sibat-Adarê de cî da dosyeya Kurdan.

Hejmara taybet a Le Monde Diplomatique, têkoşîna Kurdan a li hemû beşên Kurdistanê bi gelek lêkolîn û nêrînan digire dest.

Di kovarê de nivîseke Selahattin Demirtaş bi sernavê ‘Şerê qirêj ê serokomar Erdogan” jî cî digire.

Li ser hejmara 169an a dawî ya Le Monde Diplomatique şîroveyeke wiha hatiye danîn:

“Vaye Kurdên ku sed sal e ji ber nebûna dewleta xwe û naskirina mafên xwe yên siyasî û çandî, têkoşînê didin.”

Di jimara kovarê de têkoşîna Kurdan a ji sala 1920an heta 2020an tê vegotin ku daxwaziyên Kurdan, nakokîyên wan, destkeftî û misyona wan tê nirxandin.

Kovar herwiha têkoşîn û rola jinên Kurd di vê têkoşînê de digire dest û di nav sed salan de serboriya Kurdan a di bin şer û zilma welatên Tirkiye, Iraq, Îran û Sûriyê de, tevî hinek serkeftinên wan vedibêje.

‘Gelê herî mezin ê bê dewlet li dinyayê’

Kordînatorê kovarê Akram Belkaid, ji bo Kurdan dibêje, ‘Gelê herî mezin ê bê dewlet li dinyayê’ û diyar dike ku digel gef û têkçûnên wan dewletên serwerê Kurdan jî, hîn fikrê dewletbûn û federaliyê di nav Kurdan de venemiriye.

Di hejmara 169an a taybet li ser têkoşîna Kurdan a Le Monde Diplomatique de nivîsên; Cécile Marin, Olivier Piot, Kendal Nezan, Claire Pilidjian, Thomas Bois û gelek kesayetên naskirî cî digirin.

Kronolojîyeke Olivier Piot a ji Medan heta Rojava jî di kovarê de hatiye danîn.

Li gorî nexşeya Enstîtuya Kurd a Parîsê û daneyên 2016an, li Tirkiyê 20 milyon, li Îranê 12 milyon, li Iraqê 8,5 milyon û li Sûriyê jî 3,6 milyon Kurd dijîn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin