Netanyahû bersiva Nasrallah da û gef li Silêmanî xwar

Netanyahû bersiva Nasrallah da û gef li Silêmanî xwar

PeyamaKurd - Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu îro Sêşemê hişyarî da Îran û Hîzbullaha Lubnanî û got, “Îsraîl dizane çawa bergirîya xwe bike û bersîva gefên dijminên xwe bide.”

Netanyahu piştî gefên rêberê Hîzbullahê Hesen Nasrallah ev daxuyanî da ku wî jî piştî êrîşa esmanî ya Îsraîlê soz dabû tola xwe ji Îsraîlê hildin.

Di êrîşa Şamê Îsraîlê de 2 endamên Hîzbullahê hatibûn kuştin.

Netanyahu herwiha peyam şand generalê Îranî Qasim Silêmanî ku wî bi plankarîya êrîşeke dronî ya dijî Îsraîlê tawanbar dike.

Hêzên Îsraîlî karîbûn êrîşa dronî ya ji hindurê Sûrîyê, bi êrîşeke esmanî rawestînin.

Netanyahû ji Silêmanî re got, “Ji gotinên xwe agahdar be û ji wê jî pirtir hişyar be ku kiryarên çi rengî dikî.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin