Îranê tuneleke mezin a ji bo mosekan û çekên giran vesêre ava kiriye

Îranê tuneleke mezin a ji bo mosekan û çekên giran vesêre ava kiriye

PeyamaKurd – Televizyona Fox News a Amerîkî di raporteke xwe de ragihand ku Îran li Sûriyê bi avakirina tuneleke mezin a moşekî re mijul e.

Fox Newsê eşkere kir ku ew tunel nêzîkî bajarokê Ebukemal ê li rojhilatê Sûriyê hatiye avakirin ku mebesta Îranê ew e ku moşek û çekên giran di wê tunelê de veşêre.

Herwiha rojnameya NewYork Times jî hefteya borî eşkere kiribû ku Îranê kogehek mezin ya moşekan li Iraqê ava kiriye.

Welatên Kendavê jî di civîna li Erebistana Sûdî de, bal kişandibûn ser metirsiyên Îranê yên li ser herêmê û daxwaza rêgirtinê ji civaka navdewletî kiribûn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin