Chomsky: Kompaniyên dermanan, dêvla derziyan çêtir dibînin ku ji krêmên bedenî çêbikin

Chomsky: Kompaniyên dermanan, dêvla derziyan çêtir dibînin ku ji krêmên bedenî çêbikin

PeyamaKurd - Rojeva cîhanê korona ye û hejmara qurbaniyan û tûşbûyiyan her diçe zêdetir dibe. Zimanzan û feylesofê amerîkî Noam Chomsky bal kişand ser koronayê û metirsiyên wê got, ev beşek e ji krîzên din ên ku dê bên.

Noam Chomsky kompaniyên dermanan wekî “tîran” bi nav kirin û radigihand ku, kompaniyên dermanan çêtir, ji dêvla derziyan û xebatên tendirustiyê çêtir dibînin ku krêmên bedenî çêbikin.

Feylesofê amerîkî Chomsky diyar dike ku dê encamên metirsîdar ên koronayê hebin û li ser pirsa “çima qeyrana koronayê heye?” got, “ji ber wehşîbûna neolîberal heye”.

Di berdewamiyê de Chomsky dibêje, koronavirus metirsiyeke cidî ye. Lê ya ku tê, dê ji vê ji metirsîdartir e. Her diçe em ber bi bobelatekê ve diçin ku, mezintrîn bobelata ku hatiye sere mirovahiyê. Donald Trump û kesên ku jê re şelafiyê dikin di vê ezmûnê de yên herî li pêş in.

Chomsky, “Du metirsiyên mezin  li pêşiiya me hene, yek jê metirsiya çekên nukleerî û yan din jî germiya gilolî ye. Em dikarin herdu metirsiyan hel bikin lê ji zêde dema me nîne û bêguman dê encamên xeternak ên koronayê hebin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin