Serokatiya Herêma Kurdistanê li dijî bûyera bêrêziya 'Ala Kurdistanê' daxuyanî da

Serokatiya Herêma Kurdistanê li dijî bûyera bêrêziya 'Ala Kurdistanê' daxuyanî da

PeyamaKurd - Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser bûyera reftara efserekî Iraqê li ser gorên bikom ên Semaweyê li dijî Ala Kurdistanê û malbata Enfalkiriyan daxuyaniyek belav kir û got: “Em tekez dikin ku karekî bi vî awayî, tênegihîştin û rêznegirtina li Destûra Iraqê ye.”

Di daxuyaniya îro Çarşemê ya bi îmzeya Serokê Dîwana Serokatiyê Fewzî Herîrî hatiye belavkirin de, Serokatiya Herêma Kurdistanê desnîşan kir ku, “reftara nehêja ya efserekî Iraqî li hember Ala Kurdistanê ya di stuyê kesûkarekî qurbaniyên Enfalê de li parêzgeha Musenayê, ku gelek bertek li pey hatin, cihê dilgiraniyê ye.”

Di daxuyaniyê de daxwaza parastina rihê pêkvejiyanê û rêzgirtina li Destûra Iraqê hat kirin û wiha hat gotin:

“Nabe karekî wiha ku ji aliyê kesekî ve hatiye kirin, bibe sedema alozî û bertekên nayasayî li ti cihekê. Divê hemû alî rijê pêkvejiyanê û toleransê biparêzin û rêz li Destûr û mafên destûrî yên hemû pêkhateyan bê girtin.”

Serokatiya Herêma Kurdistanê herwiha spasiya helwesta Parêzgarê Musenayê li hember vê bûyerê û hemû aliyên din ên xwedî helwest kir: “Em spasiya birêz Parêzgarê Musenayê dikin ku ji ber vê bûyerê lêborîn xwestiye, rêkarên yasayî li hember wî efserî hatine pêkanîn.”

Du roj berê li parêzgeha Musena ya Iraqê li nêzîkî goreke bikom a li Semaweyê ya enfalkiriyên Kurd ên 36 berê, efserekî Iraqî li ber çavê çend şêwirmendên Serokomarê Iraqê rê li welatiyekî Kurd ê kesûkarê Enfalkiriyan girtibû ku Ala Kurdistanê bixe ser milê xwe.

Ev bûyer rastî bertekên tund ên aliyên Kurdistanî hat û parlamenterê Kurd ê ser bi Fraksiyona Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê, Musena Emîn di civîna parlamentoyê de ev bûyer anîbû rojevê û ji ber vê yekê jî doh li parlamentoya Iraqê alozî  derketibû.

Piştî bertekan Parêzgarê Musenayê bi fermî ji gelê Kurdistanê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û kesûkarên qurbaniyên Enfalê lêborîn xwestibû.

DAXUYANÎYA SEROKATIYA HERÊMA KURDISTANÊ:

Tevger û helsukefta nehêja ya takekesiya efserekî Iraqî beramber bi ala Kurdistanê li milê yek ji kesukarên qurbaniyên Enfalê da ya li parêzgeha Musenna ku cihê nîgeraniye, karvedaneke zêde lêket.

Spasî birêz parêzgerê Musenna dikîn ku ji bo vê rûdanê daxwaza lêborinê kiriye û rêkarên yasayî beramber bi wî efserî li ber girtiye. Her wiha spas ji bo wan hemû kesên ku helwest li ser vê kirdarê hebûye.

Dûpat dikîn ku reftarên bi vî awayî tênegihîştin û rêznegirtine li destûra Iraqê û karekî takekesiya wiha nabê bibê sedema girjî û karvedanên neyasayî ya li tu cihekê. Divê em hemû bi giyanê pêkvejiyan û lêboriniyê biparêzin û rêz li destûr û mafên destûriyên hemû pêkhatan bigrîn.

Fewzî Herîrî
Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê
31/07/2019

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin