TIR ji kontrolê derket û 28 kes mirin

TIR ji kontrolê derket û 28 kes mirin

PeyamaKurd- Li welatê Afrîka Başûr TİR ekî ji kontrola ajotvan derket û gelek erebeyan da pêşiya xwe wan bi xwe re kaşkir. Agir bi hinek erebeyan ket û herî kêm 28 kes ji canê xwe bûn.

Li bajarê Limpopo ew TIR a ku ji şerîda xwe derbasî şerîda dinê bû, bi çîmento barkirî bû û di dema diçû, lastîkê wê yê pêş teqiya. Di ser rê de mînîbusekî rêwiyan û gelek erebeyên din hebûn. Tenê di mînîbusê de 22 kes hebûn û hemû mirin.

Polîsê dewleta Afrîka Başûrî ragihand ku di qezayê de tenê 4 kes xelas bûne. Ajotvanê TIRê yek ji wan kesaye ku nemiriye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin