Hêzên Ehmed Şera rojavayê Firatê wekî "herêma leşkerî" ragihand

Dîroka Weşanê :
Hêzên Ehmed Şera rojavayê Firatê wekî "herêma leşkerî" ragihand

PeyamaKurd – Hêzên di bin kontrola Ehmed Şera (HTŞ) de nexşeyek belav kir û ragihandin ku herêma rojavayê Çemê Firatê wekî "herêma leşkerî ya girtî" hatiye pênasekirin.

Di nexşeyê de bajarokên Dêr Hafir û Meskeneyê wekî "herêmên ewlekirî" (rengê kesk) hatin nîşandan, lê bajarê Tebqayê û derdora wê wekî "herêma leşkerî" (rengê sor) hatin diyarkirin.

Hêzên li Şamê HSDyê tawanbar dikin ku di dema cîbicîkirina peymanê de êrîşî leşkerên wan kiriye.

Ev daxuyaniya Şamê piştî daxuyaniya HSDyê hat ku tê de hatibû gotin hêzên Ehmed Şera peyman binpê kirine û berî wextê vekişînê êrîşî HSDyê kirine.