ENKS: Di 12ê Adarê da dîwarê tirsê hat hilwesandin

ENKS: Di 12ê Adarê da dîwarê tirsê hat hilwesandin

PeyamaKurd - Enîya Niştimanîya Kurdistana Sûrîyê (ENKS) ragihand ku serhildana 12ê Adara 2004an bûye destpêke şoreşa 2011an a li Sûrîyê.

Sekreterîya ENKSê di salvegera di salvegera Serhildana 12ê Adarê da daxuyanîyek da û bang li xelkê kir ku serdana cangorîyên wê serhildanê bikin.

Di daxuyanîyê da dihê gotin ku bi serhildana 12ê Adarê ra dîwarê tirsê hat rûxandin û wê rojê Şoreşa Sûrîyê ya 2011an jî destpê kiriye.

Di berdewamîya daxuyanîyê da ev tişt hatin gotin, “Kurdistana Sûriyê di pêvajoyeke gelek zexm ra derbas dibe. Ev encama tecrûbeya Efrînê, danûstendinên navnetewî û sîyaseta PYDê ye. Ev jî dike ku em li ser esasê niştimanîyê yekîtîyekê saz bikin.

Ji vir em bang li sazîyên navnetewî dikin; bila hêzên çekdar ên ku li pêş çavên Tirkîyê dizî û talanê û kujerîyê dikin ji Efrînê derkevin û herêmên ji xwedîyên wê yên rastîn re bihêlin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin