PeyamaKurd - Pênc meh ji ser Yasaya Çaksaziyê ya ji aliyê Parlementoya Kurdistanê hatibû pesendkirin derbas bû. Biryar e sibê dest bi cîbicîkirina Yasaya Çaksaziyê bê kirin. Ji ber vê, Wezîrê Darayî û Aborî yê Herêma Kurdistanê li ser sê rênimayên taybet ên cîbicîkirina gavên Yasaya Çaksaiyê îmze kir.
Li gorî wê yasayê, wê mûçeyên ne yasayî werin qutkirin, û wê pileyên ne yasayî jî, ji piledaran werin standin.
Serokê Komîteya Karûbarên Yasayî li Parlamentoya Kurdistanê, Bijar Xalid ragihand, amadekariyên bo cîbicîkirina yasaya reformê ji aliyê wezaretên peywendîdar ên weke Darayî, Pêşmerge, Şehîdan û Navxwe temam bûn û roja duyem 2ê vê mehê yasa dikeve warê cîbicîkirinê.
Bijar Xalîd herwiha diyar kir, ji meha Tîrmehê ve dest bi cîbicîkirina birgeyên yasayê yên têkildarî mûçeyê meha heft tê kirin û guhertinên li gor wê yasayê, mûçeyên mehên sê, çar, pênc û şeş ên îsal li xwe nagire.
Yasaya Çaksaziyê ji 19 madeyan pêk tê û di 16-01-2020 de ji aliyê Parlamentoya Kurdistanê ve hatiye pesendkirin. Roja 3ê Sibatê jî Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî ev yasa îmze kir. Nêçîrvan Barzanî derbarê vê yasayê de ragihandibû: “Ev yasa cihê baldarî û giringiya çîn û texên cuda cuda yên civakê bûye, lewma ji roja ku bi fermî gihîştiye serokatiya herêmê, şareza û pisporên li serokatiya herêmê û civata wezîran, gelek bi hûrî nirxandin li ser kirine û aliyên wê yên erênî û yên neyênî bi awayekî babetî gotûbêj kirine.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin