PeyamaKurd – Serokê rejîma Sûriyê Beşar Esed, doh 11ê Tebaxê biryarnameya damezrandina hikûmeta nû ya Şamê bi seroktiya Huseyîn Arnûs ragihand.
Herwiha li gorî biryarnameya Esed, namzedê serokomariyê di hilbijartinên du meh berê yên hatin lidarxistin de, Abdullah Sellum Abdullah jî wekî wezîrê dewletê hat erkdarkirin.
Hat ragihandin ku di hikûmeta nû ya Şamê de tenê di 5 wezaretan de guhertin hatine kirin û wezîrên berê jî tenê cihê wan bi wezaretên din hatine guhertin.
Di hikûmeta nû ya Sûriyê de, di wezaretên derve, navxwe, darayî û aborî de ti guhertin nehatiye kirin ku li gorî yasayê hikûmeta bi seroktiya Huseyîn Arnûs wê 7 salan li ser kar bimîne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin