PeyamaKud – Parlamentarê HDPê yê Batmanê Mehmet Ruştu Tiryakî, li ser proseya daxwaza girtina partiyan wan û qonaxa li Dadgeha Destûra Tirkiyê (AYM) û xwestina demê bo bersiva doznameyê nirxandin kirin.
Tiryakî, li ser beriya bidawîbûna 20 rojên dema parastina pêşîn a doznameya girtina HDPê diyar kir ku ew dê di parastina xwe ya pêşîn de hem jî di ya esasî de yek bi yek bersiva hemû îdiayan bidin.
Parlamentarê HDPê da zanîn ku bi 843 rûpelan doznameya girtinê ya herî dirêj a bo girtina partiyekê li Tirkiyê hatiye amadekirin e û got ku herwiha bi hezaran belge hene ku tê de ji ber xebatên siyasî qedexeya siyasetê ji bo 520 kesan tê xwestin.
Tiryakî diyar kiriye ku ji bo lêkolîn û nirxandina wan belge û dosyeya pêdiviya wan bi demê heye û ji ber wê jî wan 11ê Tebaxê ji AYMê dirêjkirina demê bo bersivdana wan îdiayên di doznameya girtinê de cî digirin xwestiye.
Herwiha Tirkiyakî gotiye, di doznameyê de rêveberiya HDPê tê darizandin û ji bo 123 kesên di hilbijartinên 7ê Hezîrana 2015an de hatine hilbijartin jî qedexeya siyasetê tê xwestin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin